EHMED QASIM :
Bê guman, ocelan rojeke pîroz hilbijartîye ji bo nameya xweyî aştî. Newroz nîşana azadîya kurdane di hebûnê da.. roja pîroze di jîyana gelê me da, û divê rojêda sîya haştî xwe di ser serê kuerdan ra digrê û hêvîyên mezin dixînê dilê wan. Newroz cejna haştî û serketina kurdane, her weha roja hezkirinêyejî.. lewra
serpêhatîyên MEM û ZÎNê di newrozêda rû didê.. di roja newrozêda dilên kurdan zelal û cîncilî dibê, û hinavê wan tête şiştin. Newroz salvegera kurdane ku li xwe vegerin, û kar û zirarên xwe bipîvin.
Serokê PKKê EBDULA OCELAN di girtîgeha xweda nîşan didê, ku rîya aştîyê vekirîye eger yek bidê ser. Aştîjî bi zorê rû nadê, ew aştîya bi zorê werê hole, wê rojekê ji rojan jî hilweşê. Ocelan dîsa giringîyake mezin didê berxwadan aştîyê û rola vê xebatê li seranserî rojhilata navîn wê çi pirkê bide. Ji ber ku nameya aştîyêye, roja aştîyê ji bo xwe hilbijartîye ko nameya xwe di wê rojêda bixwinê. Lê pêwistî ewe, ka yê bibêsê tê dighê yan na ?
Ji bo rastîya bawerîyê bi aştî bidê çespandin, biryara berdana hêsîrin turk stand ku wê bawerî bide turkan jî. Bê guman wayî bi dehan car tekez kirîye, ku ew aştîya em pê bawer, pêwîste hemu xelkên turkîya jê sûdmend bin. Nabê yek li ser piştê yê din sûdê bigrê, û yek li karêbê li ser zirarê yê din. Yanî aştîyake bi terazî di navbera pêkhatîyên xelkên turkîya da rû bide, û her kes bighê mafên xweyî kesayetî û netewî, di warên: sîyasî, civakî, abûrî, çand û kultûrîda di çarçêwa welatekî hevparda.
Şandîyên ku çûne rû bi rûyê serokê PKKê di girtîgehê wîda, bawer dikin ku, wê nameya ocelan nameyeke dîrokîbê. Ji ber wê giringêyê jî, şandeyê BDPê hate başûrî kurdistaê bo li gel desthilatê herêmê û partîyên li başûr bikevne şêwrê, ewjî tekez dikê ku nameya aştî ji bo bercewendî ya herçar perçeyî kurdistanêye. Li gor wêjî pêwîste gavên dîrokî di navbera kurdanda bêne avêtin. Û ji bo piştgêrî li nameya aştî bibê, giringî ewe ku kurd nêzikî li naverokê nameyê bikin û wê bi hêztir bikin da ku turk jî tê bighên, ku ev name nameya gelê kurd de ji bo çareserîya pirsa kurd li turkîya û kurdistana bakur.
Mofirkeke dîrokîye rojhilata navîn têra derbas dibê. Kurd di rojhilata navînda bûye hêvanê aştîyê. Ji bo kurd bibne fakterekî serekî di pirojeya aştîya rojhilata navîn da, pêwistîya kurdan bi stiratîcîyekî esayîşa netewî heye, û şêweya çareserkirina pirsa netewa kurd li her perçakî kurdistanê. Bawerim ku nameya ocelan wê nêzikî li vê pirsê bikê, ji me tê xwestin, emjî pirojeyên xwe li ser ava bikin, û giranîyekê bidne ser turkan, da ku ewjî li xwe vegerin û tê bighên, û her weha poşmanîyên xwe li ser sîyaseta xweyî necadperest zelal bikin û bi hêz tevlî nameya aştî bibin, û ewjî sûdmendbin ji aştîyê.. eger vê nekin, bê guman pêşeroja turkîyayê dikevê ber talukeyeke mezin, kes nizanê wê encam çibê.
EHMED QASIM
Nivîskar û sîyasetmedar
13/3/2013
