عائدون بحلة جديدة

موقع قيد الانشاء

F Yakoub : Ger


: F Yakoub

Ger
Kengî li min dibe bihar ?
Kulîlka baxê ...minê
Kengî li min roj tê der ?
Havîn û tebaxa ...minê

Ev emir wa dibihûre
Qonaxa jiyana minê
Gotin di dila ew pir in
Hemî nayên gotinê
Ger dinya yek tax be
Tu alî û taxa minê
Kitan û ermûş ger hebin
Tu kemxa Şama minê
Find û çira ger hebin
Tu çira û ocaxa minê
Rind û bedew ger hebin
Tu qeşeng û qozaxa minê
Behiştên dûr ne ji bo min in
Tu behişt û axa minnê
Min reng bike ji rengê rojê
Tu gewr û debaxa minê
Takên dara ew jî pir in
Tu şaxê dargula minê
Kengî evîn azad dibe ?
Tu çaxê evîna minê


F Yakoub
January2013





جميع الحقوق محفوظة @ 2015 صـــوت الكـــــورد sawtalkurd .

التصميم من قبل Sawtalkurd | ألوان