عائدون بحلة جديدة

موقع قيد الانشاء
مصنف ضمن:

EHMED QASIM :Doza Kurdî li Turkiya ….


 EHMED QASIM :

Em tev zanin ku li vê dawîyê doza Kurdî li Turkiya ketîye nava diyalog û gotebêjeke taybet, nemaze piştî aşkerebûna têkilîyên Kurd û Elewîyan.. lê wekî di rastîyêda xûyaye ku pirsa Kurdî pirsekî netewîye, û girêdayî

 bi pirsa azadîya welat va . yanî , Kurd girêdayî bi azadbûna Kurdistanê va, ne tenê Kurd wekî netewekî penabere li Turkiya û dixwazê mafê xweyî çandî û kulturî bi kar bînê… Kurd mileteke ji bîtirî 40 milyon kese li ser qada welatê xwe jiyana xwe berdewam dike di hearçar parçeyê Kurdistanê da. Eger hikometa Turkiya vê yakê naxwazê bibînê, yan jî bawer bike , Ew tew naxwazê nêzikî rastîya doza Kurdî bibê… pîvan ewe, eger Turkiya dixwazê doza Kurdî bi Kurdan ra çareser bike, pêwîste li Kurdan binêrê wek miletekî li ser qada welatê xwe jiyanê didomînê, û azadîya vî miletî bi azadîya welat va girêdayî ye.. lê di astekê da, eger Kurd û Turk bixwazin bi hevra di welatekî hevparda jiyanê bikin ew bi çarenûsî herdu miletanva girêdayî, ne bi biryarê hikumeta Erdoxan va girêdayî ye.

Erdoxan niha dixwazê xwe nêzikî kurdan bikê wekî navçicîkî bê layen. Ku gava dibêjê ev 90 sale Kurd têye çewsandin ji ber siyasetek çewt û şaş ku hikumetên berê li dijî Kurdan bi kar anîne û kultur û zimanê Kurdan qedexe kirine… li tenişt vê raghandinê biryara bikaranîna zimanê Kurdî destinê bi xwendin û nivîsandin li gel warê raghandinêda jî bi karanîna wê ne qedexeye. Lê ev biryar ne biryareke rêbazîye di hindirê rêbaz û destûrê Turkiya da. Yanî bi biryareke ters ew biryara han têye seknandin.. ji bilî vêjî, xûyaye Erdoxan dixwazê bi xulîya şewata laşê me çavên me kil bide. Ev dilkelîya Erdoxan bi ser Kurdan va, ne ji xwe berêye, ew li pişt vê yekê dixwazê pîlanekê bi rêxînê piştî şerê navxweyî li Sûrî rû da, û şerekî olî aşkere dibê di navberê Elewî û sinyanda.

Erdoxan dest bi diyalogê kir… li tenişt diyalogê dengê top û tang û balefirin şer nesekniyane li dijî hebûna PKKê. Li vê dawîyê, xwestin şandiyê BDPê bi xwe hilbijêrê, û bişînê ba Ebdulah ocelan. Li dunyayê tiştekî wa nebûye, ku dijberê meran şandiya diyalogê ji nav meran ew hilbijêrê… çawa qebûl dibê, AKPê şandiyê BDPê hilbijêrê ? tiştekî seyre.. lê tiştê ku aşkere dibê ewe, Erdoxan demê ji bo xwe dirêj dike ka wê rewşa Sûrî bighê kêderê, û li gor wêjî wê gavan bavêjê.. ew renge diyalog jî şêweyeke ji pîlanane bo Kurd pê dilxweş bibin û serê xwe deynê ser baelîfa xapandina Erdoxan, û bi Elewîyan ra nekevin hevrêkekê li dijî Turkiya û hikumeta wê.

Lê bibê nebê, doza Kurd li Turkiya kete qonaxeke nuh, û ji dorpêça bêhnçikandinê derket . niha bira Turk xwe ji rojên bê biparêzin. Ew jî nabê eger bi Kurdanra bi rê nekevin di rîya diyalogeke rasteqînera. Têda doza Kurdan wek heye çareserîyekê jêra bibînin.. ji bilî vê yekê, Turkiya dikevê ber xişm û bêtarin mezin.. ne şerê li Sûrî  û nejî êrişin li ser Qendîl wan diparêzin. Şerê li Serê Kanîyê jî, istirîyeke Turkan çêkirîye, û nêzîk wê di çavên xwera kin…

EHMED QASIM
Siyasetmedar û nivîskarê kurd
Kurdistana rojava  
28/1/2013




جميع الحقوق محفوظة @ 2015 صـــوت الكـــــورد sawtalkurd .

التصميم من قبل Sawtalkurd | ألوان