عائدون بحلة جديدة

موقع قيد الانشاء
مصنف ضمن:

Ehmed Mustefa : SERÊ KANÎYÊ


Ehmed Mustefa :

SERÊ KANÎYÊ

Azad ne bû warê min
Dil û cîger sêwî kirin

Kevok û bibil nema karin bifrin
şikastîne basik û ling

Zarok sêwî hîştin
Dê û bavê kûştin

Serê kanîyê warê mine 
nav te nav şêrîna mine

Serê kanîyê şarê mine
gula min gul nesrîna mine
Serê kanîyê şarê mine 
bûka welatê mine

bi navê pêximberan bandikin
Û bi Quran û Încîl sund dixûn

li ser axa Mezopotamya mêjdikin
Emê navê kurdistan li cihanê belav bikin

Ehmed Mustefa 



جميع الحقوق محفوظة @ 2015 صـــوت الكـــــورد sawtalkurd .

التصميم من قبل Sawtalkurd | ألوان