
Welatê me navê xwe Kurdistan e
Rabin ser xwe ey xortên Kurdistan
Bes e ev zulma bi hezar salan
Ne rojek e û ne jî du roj in
Ev pênç hezar sal in
Em bang dikin Kurdistan
Rabin ser xwe ey keçên Kurdistan
Rabin , ji xwe giranşerme hûn nebin
Mîna xortên Kurdan
Xwendevan û xwendevan
Bi ziman bike wan xortên nezan
Şîyar bike wan keçên nezan
Ey serok û rêberên Kurdan
Bes e ev rojên dirêj û aram bi hêvî û bi nîşan
Rê bidin van xortên zana û ciwan
Da ew bînin niştiman
Ey aştîxwaz û welatparêzên Kurdan
Bangê bidin Tîrêj û Xanî
Wan hêvîyên Feqiyê Teyran û Bedirxanî
Kurd şîyar bûn bi dengê seydayê Cegerxwîn
Ey xortên dilbixwîn
Ey keçên nazdar û şîrîn
Şerma mezine hûn nebin
Xwedîyên welatekî bi sed û sê birîn
Welatê me
Şêrîn e welatê me ….welatê me şêrîne
Dewlemend e welatê me ….welatê me rengîne
pir xweş e erdê me , erdê me şêrîn û şekire
Rewşenbîr û siyasetvanê Kurdan
Binivsînin dîroka xwe li erd û asîman
Mafê xwe bidin naskirin
Li çar perçeyên Kurdistan
Gelê xwe pêşbixin mîna welatên azadîxwaz
Ji hev hez bikin wek hezkirina av û axê
Kurdo ev pênç hezar sal in
Em bang dikin Kurdistan
Welatê me Kurdistan