Ehmed Qasim :
Di hevkarîya hêzên kurdan daye.
Çendîn hevdîtin û diyalog û şêwermendî di nav hêz û partîyên kurdanda li her çar perçeyên Kurdistanê da pêk werin û rû bidin, kurd têda sûdmend dibin. Lewra pêwîste di van rojanda ji vê mofirkê ji qonaxa dîrokî ya herêm têra derbas dibê hemî hêz û partîyên kurd li her çar perçeyên kurdistanê serdanê hev bikin û
diyalogeke şêwirmendî di nav hevda berdewam bikin, çi ko rewşa herêmê bi taybet, û rojhilata navîn bi gelemperî di astekî gelekî nazîk û awartedaye, bi nûçeyên ku li vir û dera han rû didin û li hev diqelibin.
Di rastîyêda, herêma rojhilata navîn ketîye ber bi guhertinên mezin. Ne ji hîroda, belê ji sala 2003 da ku civaka navdewltî biryar girtin li dijî rêjîma îraqê û roxandina wê rêjîmê bi êrişekî leşkerî , ji ber hete tekezkirin ku ev rêjîm hebûn û berdewama wê talukeye li ser esayîş hêmenîya navdewletî… her weha me dît çawa ev rêjîm hate hilweşandin û biryar hate girtin li şûn wê rêjîmê sazûmeke hevpar û demuqrat û federal saz bikin… di pêvejoyêda çawa serpêhatîyên tirajîdî di nav xelkên Îraqêda rû dan, û bi 100 hezara qurbanî bi çekên trorê hatne kuştin, û esayîş û aramîya Îraqê bû bi metirsiyake mezin li ser herêmê û li astekî navdewletîdajî… em tev dizanin ku kîne ew dewlet û rêxistinan alîkarîya terorê li îraqê kir û tirseke mezin xistine nav dilê xelkên herêmê, da ku xelk bighêne encamekê, ku qebûl kirina rêjîmekî dictator baştire ji anîna teror û tevlihevîyê û wêrankirina welatekî wekî ku li Îraqê rû da.
Bi her halî, û bi her rewşê, guhertinên li Îraqê rû dan tiştekî giring bûn bi sebaretî herêmê bi tevayî, û bi şêwakî taybet rû bi rûyî doza gelê kurd va. Li Îraqa federal herêma kurdistanê bû bi xwedî sazîyên taybet li gor destûrê Îraqê… û herêmeke taybet ku têda mafê kurd hate çespandin divî perçeyî kurdistanê da. Ku ew jî bûye bi ezmûnekî berçav û sûdmendîya kurdan aşkere kir, ku çawa dibê mafên kurdan bi destkevê li her perçeyekî, û her weha perçeyên dinjî çawa jê sûmendbin. Ezmûna herêma kurdistana başûr ezmûnekî dewlemende di dîroka xebata kurdî da. Çi di warê xebata pêşmergeyetî û çekdarîda, her wehajî, di warê siysî û diblomasîda. Ku pêvejoya dîrokî û guhertinin mêjoyî di Îraqêda, tekûz bi wê kir, ku Kurd û perçeyê başûrî Kurdistanê ewe ê terazîya pêkhatîyên xelkên Îraqê diparêzê. Ev giringiya han di ber çavên komela yekbûyî miletanva derbas dibê, bo vê yekê jî giringî didine parastina vî herêmî bo parastina aramî û esayişî li yacîkî, û bingeha aram ji bo berhênerên navdewletî yên tevlî kompanîyên navdewletî dibin bo careke din Îraqê ava bikin û bighînin avahîyê.
Bi vê giringîyê, herêma başûr ji kurdistanê bûye bingeheke nuh ku xebata gelê kurdistanê jê sûdmend dibê di karên siyasî û diblomasîda. Niha hemi nûnerên partîyên kurdistanê ji hemî perçeyan lê cî digrin, û jê sûdmendin di liv û tevgerên xweda. Her weha pêwîst û giringe bibê cîgehê diyalog û şêwirmendî û girêbestin xebatên hevbeş û hevkar di navberê hêz û partîyên kurdistanê da. Çimkî, ezmûnê mêjûya xebatê tekûz kirîye ku yek hêz û yek partî nikanê mafên kurd li her perçeyekî biçespînê û bi dest bixînê… û jiyanê sîyasî jî tekûz kirîye ku, hevkarî û hevparî ewe rîya serketinê ji bo bi destxistinê berhemin dîrokî ji bo azadî û serbestîyên gelan. Lê ji bo xebata gelê kurd giringiyake dîrokî xwe davêje pêşîya tevgerên kurdî, ku riya hevkarî û li hevhatina siyasî li ser pirojeyeke stîratîcî ji bo pêşeroja jiyanê xelkê kurdistanê serketina xabata gelê kurd û riya bidestxistina mafane…
Di vê dorpêçêda, îro em dibînin liv û tevgereke çalak û hişyar dest pê kirîye di navberê tevgera siysî ya kurdistanê da.. li yacîkî partîyên sereke li kurdistana başûr li gel hikometa herêmê giringî dane ev beşê xebatê di ndvbera hêzin siysî yên kurdîda li perçeyên din ji kurdistanê… ew serdanên dolemeyî di navberên partîyanda, çi ji bakur, yanjî, ji rojava û rojhilat tên û darine kurdistana başûr ji bo girêbest û şêwir û hevkarî tiştekî giringe di pêşeroja jiyana Kurdistan û xelkê kurdistanê da.. di encama xebata çûyîn da, hate xûyakirin ku ti hêz bi tekane nikanê encam bidê û sûdê bighîne jiyana xelkê kurd, eger bi yek hiş mijûl bibê, û bi yek bawerî livbazîyê bi rêva bibê.. Îro roj jî, ev kare hevbeşîya pêwîste bo her perçeyekî kurdistanê ku dibê sedema hevparastin û hevsûdmend di hemi perçeyanda… bi herhalî, kurd bi pêwistîya stiratêcîyekî netewî hevbeşe bo parastina esayîşa netewî.
Ehmed Qasim
Nivîskar û sîyasetmedar 02-03-2013