EHMED QASIM :
Ev çendeke, li Turkiya û Kurdistana bakur pirsa kurdî ketîye qonaxeke nuh, û Receb Teyîb Erdoxan di van rojanda xwe nêzikî pirsa Kurdî dike, û dilê xwe bi Kurdan dişewitîne wek hawletîyên Turkiya.
Di rastîyêda, em ditirsin ku ev dilşewitandina lîstikekbê ji lîstikên hikûmeta Ardoxan, di demekêda ku rewşa Sûrîyê ber bi parçebûnêda diçe, û bawermendên ELEWÎ li Sûrî dibînin pêwistîyên wan bi herêmeke parastî heye. Ewjî rastîyeke dîrokîye ku, dijberîyake xûnîyîyê di navbera wan û misilmanê sineda heye, û şerê ku îro li sûrî rû daye dikevê wê çarçewê.
Li nizêzin nûçeyî ku ji nav çardîwarên AKPê dertên, tirsa wan ji girêbesteke ( Elewî-Kurdî )heye di pêşerojêda, ku Elewîyên Turkiya jî serî hildin û daxwaza mafên xwe bi cudabûnê bikin bi piştgêrîya Sûrî û Îran li gel Rûsiya. Di rastîyêda ev Îpekî bi hêze li hember pîlanên AKPê di rojhilata navînda. Ji wê tirsê jî, hişmendin AKPê wekî pêşlêbirînekê li vê tirsê digrin bi vekirina diyalogekê bi PKKê ra, ku di rojên berêda digotin diyalog bi terorîstanra mehale, û bi şêwakî taybet bi serokê wanra Ebdulah Ocelan . Mirov, eger li bûyerên di hindirî sûrî da rû didin û bi şêwakî bi lez rû û vacayên wê têne guhertin li alîkî, û şêweya nêzîkbûnê Turkiya ji wan buyer û guhertinan, tê xwendin ku Turkiyajî xwedî pirojeyeke talûkeye di Sûrî da.
Li baramberî pirojeya Elewîyan ewjî pirojeyekê bi kar tine. Wekî nûçeyên ketine ber destan, ku Erdoxan desteyeke rawêjkarî bo xwe saz kirîye bi seroketîya D. Mehmûd Dixêm ku ji xelkê Udlubêye. Giringîya wê desteyê ewe ku karbikin bo peydakirina mîkanîzmên piraktîkî da ku kanibin xelkên li herêmin sûrî yên li nêzikî sînorê Turkî bidin qebûlkirinê ku kok û binyadê wan Turk ûTurkmenin, bo di diwarojêda daxwazê herêmeke serbixwe yanjî federal bikin. Ew herêm jî, ji nvça Cerablusê dest pê dike, û dikşê ber bi Munbic û Bab û Ezaz ta dighê Udlub jê bi wirva bighînine çiyayê Turkmenan li parêzgeha Laziqîye. Bi vî şêweyî pêşî li Elewîyên sûrî digrin ku kanibin navbera Elewîyên Sûrî û Turkî bibirin. Lê tiştê ku ew jê bi tirs ewe, ku nikanin navbera herêmin Kurdî û Elewî bibirin. Ji bo vê yekê pirs ewe: Gelo raste Erdoxan ji dil nêzikî pirsa kurdî dibê?
Eger em vegerin çend mehên pêşî, emê bizanibin ku çiqwas cûdahî di navbera îro û duhda heye sebaret li helwêstin Erdoxan. Ev cûdahî jî ji ber rûyê şoreşa Sûrî têye guhertin. Duh şoreşa Sûrî şoreşa hemi Sûrîyan bû, lê îro roj, berê şoreşê ber bi tarîyêda diçe û metirsîyake rasteqîne li ser Sûrî bi tevayî heye. Ev metirsî jî pirka xwe dighînê ser dor û berên Sûrî û navçeya rojhilata nevîn bi tevda, û di pêşîn da ser rewşa hebûna Turkiya wek dewlet. Bo vê yekê Erdoxan li du enîyan kardikê. Enîyek, çawa ew herêmin min êjmartine çawa bikê Turk yanjî Turkman. Enîya din jî, çawa serê Kurdan deynê ser balîfeke nerm bi vekirina diyalogê bi PKKê ra. Eger dilşewta wî rastbê, pêwîste ew raste rast nêzikî doza Kurdî bibê wek milat, ne wek hewlatîyên Turkî. Û li gor hebûna miletê Kurd li Turkiya û Kurdistana Turkiya pirojeyeke çareserî derxîne holê û diyalog li ser wê pirojeyê bi rêkevê. Lê ew gotinin di ser ra hingiv û di navda zihêr em jê têr bûne. Kued di rastîyêda xwedî pirojeye haştîye ji çend salanda. Lê pirojeya Turkiyê operasyona li dijî Kurdane. Li hêlekê serokê hikometê Turkiya dilê xwe bi hewlatiyên Kurd dişewtînê, li hêlekêjî operasyonên wî li dijî Kurdan ranawestin.
Ez dibêjim, di siyasetêda dilsozî şaşîyeke mezine. Nemaze ji bo Kurdan, ku çiqwas hatine xapandin di pêvejoyê dîrokêda û bûne qurbanîya bercewendiyên xelkê..ji me tê xwestin ku em jî binêrin bercewendiya gelê me li kuye. Ardoxan ji bo yeketîya Turkiya amadeye çi bike wê bike. Lê pêwîste Kurd jî ji bo bi destxistina mafên xweyî rewa çi pêwîste dibê bikin. Bewerim li dawîya dawî eger Turkiya bibînê parçebûna Turkiya bi ber rastîyêda diçê, wê neçar bibê bi Kurdanra herê çareserîyê û xwe ji metirsîya Elewîyan xelas bike. Ji ber Elewî jî bi bêy Kurdan nikarin tiştekî bi dest bixînin.. a niha Îran û Sûrî û Rûsya jî li ser vê hêlê dixebitin.
Di dawî da pêwîsre em gelekî bi haydarî herin ser doseyan , ji ber ti dose neman bi serî xwe bêne çareser kirin. Hemi dose bi hevra girêdayîne û muhaqeq yek li ser hesabî yekê bi pêş dikevê… em ji bîr nekin ku, tiştê li Serê Kanîyê rû daye bi van doseyanva girêdayî ye.
EHMED QASIM
Siyasetmedar û nivîskarê kurd ji kurdistana rojava. 23/1/2013