عائدون بحلة جديدة

موقع قيد الانشاء
مصنف ضمن:

F Yakoub : Qîra dawî‏


F Yakoub : 

Qîra dawî
Eve ez im
Eve xwîn a min
Eve riya dilê min
Li qada vala û xalî
Bazê gêj û şêrê nexweş
Û gula bendewar
Xewnên min yên gengaz
Û dilê yarê yê naz
Ka tu 


Ka sirûda te
Heyv ji te ne spehîtire
Li pişta çiyê nemîn
Tu wî rê tu wî ba 
Tu wî baran
Were xwar ji ezmanê heftê
Riya dil ji te re vekiriye
Qada vala û xalî
Bazê gêj û şêrê nexweş
Û gula bendewar
Eve ez im
Eve xwîn a min
Eve riya dilê min
Ka cenga min?
Ka riya min ?
Dikim sirûd ji bo te
Sirûda pêşî ne ya dawî
Ji ber riya dirêj 
Nîne dawî
Were daxde bi xaçê
Ne jê diçê ne wê jê biçê
Siwarên mala bavê te
Tên tiwafa te
Wesayî tu 
Bahoz û bager
Kolan dibêjê kolanê
Va hate der
Bipijiq
Kuç û kevir û ber
Hosayî tu
Dengê bilûrê û banga sibeha
Nimêja sûfiya û kemaça qereça
Li kolanên gunda û bajara
Tê danehev qût û zikat
Ji çavên belengaz û hejaran
Çavên reş li kolanên diyarbekir
Li kolanên Qamişlo
Bendewarên evîna kerrin
Li hêviya rojê ne
Heger tu ne bêj
Wê werê ji bîr kirin
Di riyên ji bîrkirîn da
Nûçên dawî
Ji gola wanê
Hejandina erdê
Hêrifandina malan
Di ser xwiyên xwe da
Ji Amodê pêv çûna 
Dost û bira û şîna 
Gemiya bin av bûyî
Ji giran bûna laşê
zarokên me yên 
Ji ber mirrinê reviyayîn
Lê mirrin ji wa ne reviya
Nûçên herî baş 
Ewin ku nûçe nebin
F Yakoub
september





جميع الحقوق محفوظة @ 2015 صـــوت الكـــــورد sawtalkurd .

التصميم من قبل Sawtalkurd | ألوان