عائدون بحلة جديدة

موقع قيد الانشاء
مصنف ضمن:

Xûrşîd Xelîl : Şimik



 : Xûrşîd Xelîl 

Mirovek hebû pir dest girtîbu we go di bêjin go kulmek garis di desta debe û tû kulmekê lê de lib ji desta nakeve,ji mala xwere gelekî dest girtî bu piştî çend sala ku bi jin bu jî ne yek carê tiştek yan diyariyek ji

 xanima xwere nekirîbu pepukê bi zikekî têr û dehên birçî bi roja dima,cil pînekirî bu her dem sol rizyayî rojekê vî mirovî şimikek ji xanima xwere kirî ew jî pişti go bahnî lê çirya bûn dem çun û hatin xanim gelekî li şimkê xwedî derdikeve dema go radikeve jî di xe bin serê xwe, di bên rojekê vî mirovî lêdanek bê sûc li xanima xwe xist belengazê debar nekir rabû buxçika xwe da hev û kir go ji derê malê here da go bi xeyde here mal bava,buxçik xist bin çengê xwe û bi nerînek kezeb şewitî li zarokê xwe nerî û pişta xwe da mal,çend gava meşî malxurê malê gazî kire go ger tu herî şimkê deyn û her xanimê şimek avêt û gotê şimka te serê te û bavê te bi xwe,ev serpêhatî min got da go ez ji van rewşen bîr û nivîskar û hêzen mere bibêjim ye ku xwe kirine hêsîrê xelkê û bune bermal ji dijmin re û him mejî û him jî xwe xistine xismeta dijmin, ma gelo rojek heye go bêjin şimka we serê we û bavê we buxe yan perê we serê we û bavê we buxe. yan çekê we serê we û bavê we buxe em bira nakujin. 

Xûrşîd Xelîl 





جميع الحقوق محفوظة @ 2015 صـــوت الكـــــورد sawtalkurd .

التصميم من قبل Sawtalkurd | ألوان