عائدون بحلة جديدة

موقع قيد الانشاء

Xûrşîd Xelîl : Bazirganiya Rûreşa


Xûrşîd Xelîl : 

Dema ku bazirganê jîr û zîrek di nav me kurda de hebin bi taybetî jî roj avaye kurdistanê bi rastî ev şahnazîk pir mezine û cihê ser bindaye ye lê mebesta min ne ewe raste pir rexn û gazinê min ji bazirganê me hene lê dîsa dibêjim dibe ku rojekê dîsa bi kêrî welat werin û welatê me xweş û geş bikin.lê mixabin babeta min li ser

 wa bazirganê ku bi xwîna xortê me yan jî wêrankirina bajarê me xistine nav bazarê û li gor berjewendiye xwe bazara me dikin me difroşin û nakirin me naparêzin paşeroja me mîna riwê xwe reş dikin ne diyarê ka berê me dane ku yan jî bê berê wan li kuye tenê di dema di nav bazarê de ku pêwistî bi me hebe û em dinav bazara wande bin bi hestê menî kurdeyatî dilîzin û me di xapînin û me dixin nava lîstikek mezin mînak serê kaniye piştî ku em xistin nav çiravekê ku tevaya kaniye wî bajarî nikarin gemara wan ji me bişon ji bilî xwîna wan ciwanê me û talnkirina mal û qûtê me dema ku bercewendiya wan pêk hat dîsa em avêtin nav lingê xwe peyman bi sêwlekê erdogan û çeteye şofîniya re mohr kirin û ew derxistin pêşberî me ji mer kirin pismam û bira me ji dilpaqijiya xwe tiştek di xwede dernexist ne ku ji nezaniya me bu lê me çav girtin ji ber em naxwazin ku hêjî me bi agirê xwe bi şewtînin metirsiya me ewe ku rojava bi carek bikin aytûn û agir me bikin ardû xwe bi agirê me germ bikin ne tene vê bazarê jî dikin tevgera me ya siyasî bi taybet rêvebirê tevgerê pala xwe dane balgehê nerimik û germik û bazarê ji qûnve dikin bê ku biwestin bi rastî ez naxwazim ku qebheta mala xwe derxim ji wa werê bi me dikenin em vê jî dizanin lê ber hun zanibin hene ye bi we jî bikene. 

Xûrşîd Xelîl 
xursid-xelil fecabook.com




جميع الحقوق محفوظة @ 2015 صـــوت الكـــــورد sawtalkurd .

التصميم من قبل Sawtalkurd | ألوان