عائدون بحلة جديدة

موقع قيد الانشاء
مصنف ضمن:

Mele Bextiyar: YNK`ê piştgîriya aştî û demokrasiyê dike


صوت الكورد - PUKmedia Di roja dawî ya serdana xwe bo Enqerê paytexta Tirkiyê de û civîna wan li gel serok û serkirdeyên bilind yên wî welatî ku çapemeniya cîhanî û yê wî welatî bi taybet bi giringî lê temaşe dikin, roja 15/2/2013 şanda bilind ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li gel parlemanterên Partiya Aştî û demokrasiyê li parlemana Tirkiyê civiyan.

Şanda bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serokayetiya cîgirê yekem ê sekreterê giştî û her yek li berpirsê desteya kargîrî Mele Bextiyar û endamê polîtboruyê Dr. Necmedîn Kerîm û endamê serkirdayetiyê Dr. Xisro Gûl Mihemed û nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya kurdistanê li wî welatî Behroz Gelalî, li gel parlemanterên Partiya Aştî û Demokrasiyê civiyan û rewş û pirsa Kurdî li wî welatî gotûbêj kirin, piştre jî kongirekî rojnamevanî rêxistin.
Di destpêka kongireya rojnamevanî de, hevserokê BDP`ê Selahedîn Demirtaş kêfxweşiya xwe bo serdana şanda bilind a Yekîtiya niştimanî ya kurdistanê derbirî û ragihand: “Ev serdana şanda Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê şerefekî mezine bo me û em pê serbilindin.”
Her weha bi peroşî li nûçeya tendirustiya Serok Mam Celal pirsî û hêvî xwest ku bi zûtirîn dem rewşa tendirustiya wî baştir bibe û vegere bo welat.
Demirtaş aşkira kir ku bervepêşçûna peywendiya di navbera Hikûmeta herêma kurdistanê û Tirkiyê li astekî baş deye û em jî piştgîriya pêşveçûna van peywendiyan dikin.
Her weha di kongirê de, berpirsê desteya kargîrî ya polîtboruya Yekîtiya Niştimanî ya kurdistanê Mele Bextiyar ragihand: "Şanda YNK`ê li ser bangeşeya wezareta derve ya Tirkiyê me serdana vî welatî kiriye û çendîn civîn me li gel berpirsên bilind yên Tirkiyê kirine ku mebest li wan civînan goftûgo û diyaloga li barê pirsa aştî û ew goftûgoyên li vî welatî destpêkirine bûn."
Berpirsê desteya kargîrî aşkira kir ku Yekîtiya niştimanî ya Kurdistanê piştgîriya aştî û demokrasiyê li Tirkiyê dike her bo vê mebestê jî me serdana birayên xwe li BDP`ê û parlemana Tirkiyê kiriye.
Di bersîvdana pirsekî rojnamevanan de ku gelo piştî vê serdanê wê Hikûmeta Herêmê daxwaza valakirina Qendîlê û çekdananê li PKK`ê bike? Mele Bextiyar got: “PKK`ê ne bi razîbûna me hatiyê wir û ne bi biryara me jî wan deveran vala dike.”
Sebaret bi serdana duyem a şanda BDP`ê bo Îmraliyî jî Selahedîn Demirtaş ragihand ku: “Niha navê ew kesên ku bişin îmraliyê hatine diyar kirin roja yekşema bê emê serdana wezareta dadê bikin û hêvî xwest ku hikûmet gavên cidî bavêjê.”
Şanda bilind a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, piştî ku êvara roja 12/2/2013 li ser bangeşeya wezareta derve yê Tirkiyê gihîştine Enqerê paytexta Tirkiyê ş di rojên 13-14/2/2013 bi cuda li gel serokomar Tirkiyê Ebdula Gûl, serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan û wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawud Oglu re civiyane.






جميع الحقوق محفوظة @ 2015 صـــوت الكـــــورد sawtalkurd .

التصميم من قبل Sawtalkurd | ألوان