Xûrşîd Xelîl :
Di bêhn vedanêkê de min hêvînin kirin ka xwezî ez bi buma çi û min çi kar di jiyana xwede bikra , gelo xwezî ez bibuma nivîskarek pir binav û deng dîsa min go na xwedê neke divê ez wê demê yan ne kurd bama yan
jî min bizimanê ji bilî kurdîya şêrîn binivîsa ez gelekî mijol bum dawî min go ka go ez bibuma qeraş û bêjingeg di destê min deba û min qeraşî bikra, lê bêjinga min ne ya genim yan ya ard ba bêjinga min ya hêz û partî û rêber û rewşenbîrê me kurda bana û min ji rojavaye kurdistanê dest bi karê xwe bikra,di dest pêkê de minê bi dest nivîskara bikra minê qilçix û kûyrik ji nav rewşenbîr û nivîskara avêtibana da go mejîkî paqij di navmede peyda bibûna bê gemar û bê zingar ya didwa min partî yeko yeko bikrana rêz û minê bêjinga xwe bi giroverî li ba bikra îca qilçix û zîwan bê wê çawa bi ser keta go minçiqasî ew serad û bêjing bikrana dîsa we qilçix pir tir bana , nexem bu min bi wêjî xwe dil xweş bikra ku hinek ji qulê bêjingê derketana û rêberya me bikrana lê gelo ezê çawa ji wan qilçixa xelas bibûma ji ber ku ew qilçix xwe li qirikê dixin û dikarin mirov bi xeniqînin , bahwerim wê rojek bê ku milet wê hemo bibin bêjing û hêz û rêber û partiye kurd li rojava hemuya bêjing û serad bikin û kuyrik û zîwan û qilçixa teva bi şewitînin wê demê tiştek xwe li ber zengelorka gel negre ne qilçix û ne gotinên tehl.
Xûrşîd Xelîl