Kl :18,49 05|01|2013 Dengê kurd
- Rojnamrya Frensî Le Figaro di nûçeyeke lezgîn de nivîsandibû ku serokê Iraqê û di heman dem de serokê YNK Celal Talabanî miriye
Gelek malper, rojname û ajansan ev nûçe weşandin.
Li ser vê yekê bîroya serokê Iraqê daxuyaniyek da û têde diyar kir ku rewşa Talabanî ku li nexweşxaneyeke Almanya tê dermankirin ber bi başbûnê ve diçe û laşê wî bersiva dayîna dermanan dide.
Her wiha kurê Talabanî Qubat Talabanî jî di Twittera xwe de got ku rewşa bavê wî baş e û ber bi başbûnê ve diçe.
AVESTA KURD