عائدون بحلة جديدة

موقع قيد الانشاء
مصنف ضمن:

Musteşarê MIT´ê bi xwe ligel Ocalan dicive


Kl:20,00  02|01|2013  Dengê kurd

Nivîskar û berpirsê Anqerê yê rojnameya Yeni Şafak ku bi nêzîkbûna xwe bi hikûmetê re tê naskirin, Abdulqadir Selvi di nivîsara xwe ya 01.01.2013 idîa kir ku Musteşarê MIT Hakan Fidan bi xwe bi serokê 

PKK Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye.

Li gora Selvi piştî ku Ocalan dawî li greva birçîbûnê ya  67 rojî anî, ligel hikûmetê ew bawerî xurt dibe ku Ocalan yekemîn mirovê xurte di nava PKK de û dikare bandorê li ser rêkxistinê bike, lewma biryara danûstandinê pêre daye.

Piştî dawîlêhatina greva birçîbûnê yekem pêvajoya hevdîtina bi Ocalan re di meha cotmehê de dest pê dike. Duyemîn hevdîtin jî di mijdarê de pêk tê.

Ev her du hevdîtin di radeya cîgirê musteşarê MIT (Istîxbarata Tirkiyê) de tê çêkirin.

3.mîn hevdîtin di kanûnê de, musteşar bi xwe têde amade dibe. 

Weke tê zanîn demekê berê serokwezîrê Tirkiyê Erdogan gotibû ku hevdîtin bi Ocalan re dom dikin.

Selvi idîa dike ku Anqerê baweriya xwe bi gotinên Abdullah Ocalan tîne û pê bawere ku xwedî gotin û hêzeke xurte di PKK û lewma jî biryar daye ku di radeya Musteşar de hevdîtin bi Ocalan re werin kirin.


AVESAT KURD



جميع الحقوق محفوظة @ 2015 صـــوت الكـــــورد sawtalkurd .

التصميم من قبل Sawtalkurd | ألوان