عائدون بحلة جديدة

موقع قيد الانشاء
مصنف ضمن:

F Yakoub : Ji bo Serê Kaniyê


F Yakoub :

Ji bo Serê Kaniyê
Her demînim li vir
Eger li ser min
Bibarê agir
Yan hişkbim
Wek kevir

Û ji hemî aliya va
Bên awir
Nema di mînim bakir
Êdî li min na bin vir
Hişkim wek kevir
ziwa me mîna kevir
Rûtim wek kevir
Xwe digrim 
Li ber bivir
Her demînim li vir
Bêhin li min tang
Rê û kulan li min tang
Erd û asman li min tang
Li ser min şer û ceng
Tu ji min ra her qeşeng
Qet na mînim bê deng
Dem hatiye lê dereng
Xort û keçên mey zîreng
Edî namînin bê deng
Wê hildin ala reng û reng
Li her warî bidin deng
Ta şîn bin gulên şeng

22-11-2012
F Yakoub




جميع الحقوق محفوظة @ 2015 صـــوت الكـــــورد sawtalkurd .

التصميم من قبل Sawtalkurd | ألوان