Kl:00,00 10|09|2012 Dengê kurd
AVESTA KURD - Edîtorên malpera AVESTA KURD serdana hunermendê Kurd yê navdar Nizamettin Ariç kir.
Nizamettin Ariç bi amadekirina Sînfoniya Êşa Rojava re mijûl bû.
Ew berhemeke mezin ji bo Kurdistana Rojava, bi navê Êşa Rojava amade dike.
Nizamettin Ariç, ev saleke li ser vê wê berhemê kar dike.
Humermenda Kurd Mizgîn Tahir, bi Ariç re duet dike.
Weke tê zanîn Mizgîn Tahir Kurda rojavayê Kurdistanê ye, niha li Diyarbekirê dijî, dengê wê yê operayî di vê behemê de gelekî xweş derketiye, bi dilê Nizamettin Ariç çêbûye. Dengê wê li Diyarbekirê hatiye tomarkirin.
Nizamettin Ariç dibêje programa wî ewe ku di nava mehekê de Êşa Rojava pêşkêşî gelê Kurd bike.
Bi sînfoniya Êş Rojava re wê vîdyo klîpa wê jî were belavkirin. Vîdyo klîp hem li bakurê Kurdistanê hem jî li Almanya hatiye kişandin.
Helbestvanê Kurd yê naskirî Nezîr Palo, Êşa Rojava nivîsandiye. Nizamettin Ariç jî muzîk û aranjeya wê çêkiriye. Ew li Studyoya Mamosta hatiye tomarkirin.
Nizamettin Ariç ji AVESTA KURD re got ku ew hêvî dike, berhemeke hêjayî berxwedana gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê pêşkêş bike.
Ji niha ve her kes bi meraq li benda sînfoniya Êşa Rojava ye.
AVESTA KURD
Ligel helbestvan Nezîr Palo