عائدون بحلة جديدة

موقع قيد الانشاء
مصنف ضمن:

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Angelina Jolie kir


Kl:13,23 16|09|2012  Dengê kurd

Mijara bingehîn di hevdîtina Barzanî û Jolie de, rewşa penaberên Kurd de li Kampa Domiz, ku zêdetirî 23 hezar Kurdên Sûriyê weke penaber lê dijîn.

Barzanî di pêşwaziya germ de kêfxweşiya xwe ji bo serdana Jolie ji bo Kurdistanê anî ziman û weke serdaneke girîng bi nav kir.

Barzanî got serdana Angelina Jolie bi taybet ji bo penaberên Kurdên Sûriyê li parîzgeha Duhokê girîng e.

Nêçîrvan Barzanî bal kişande ser wê yekê ku 24 hezar penaberên Kurd û Ereb yên Sûriyê, pêwîstiya wan bi piştgirî û alîkariya Neteweyên Yekbûyî heye.

Barzanî got ji bo alîkariya wan penaberan hikûmeta herêma Kurdistanê tu alîkarî ji Bexdayê wernegirtiye, lê belê hikûmeta herêma Kurdistanê li benda hevkarî û alîkariya Bexdayê nemaye û bi qasî 10 mîlyon dolar hikûmeta Kurdistanê di warê xwendin, tendurustî û warên din de ji penaberan re bûye alîkar.

Ji aliyê xwe ve Angelina Jolie kêfxweşiya xwe ji bo serdana Kurdistanê anî ziman û spasiya hikûmeta Kurdistanê kir ku ji penaberan re bûye alîkar.

Di dawiya hevdîtina xwe ligel serokwezîr, Angelina Jolie hêvî kir ku careke din serdana Kurdistanê bike.

Piştî ku hevdîtin bi dawî were, Angelina Jolie wê berê xwe bide Duhokê û biçe hevdîtina penaberan. 

AVESTA KURD





جميع الحقوق محفوظة @ 2015 صـــوت الكـــــورد sawtalkurd .

التصميم من قبل Sawtalkurd | ألوان