Hozan X. Efrînî :
Gelo ma di xwepêşandanên îna komkujiya Şêx Meqsûdê de, me dikarî bi wefadarî û ji tirsê desthiladarên şoreşa Sûrî yên bi zihniyeta Besîszmê tevdigerin, bibêjin: Hawarek ji qurbaniyên Çiyayê Seydo ..?
Lê tiştê baş ew bû ku me ji bo kareseta deryayê Îceyê Hawarek ji deryayê Îce bîst û em spasiya wan aliyan dikin, lê ew bi qedera Xwedê an jî dibeku ew pîlan jî be. Ji berku îro hemû dunya li serê me bûye neyar û berjewendîxwaz û bazirgangerên mirovan.
Di demekê de ye ku ez vê nivîsê dinivîs im, ez nerihetim, ez naxawzim dilê kesî jî ji nivîsê nerihet bikim, lê ez neçar im hinek rastiyan bibêjim. Di roja 6-9 -2012an de, di nava Welatê Rojê de, Balafirên Besiyan, di ser ezmana Çiyayê Seydo de, firiyan û geriyan taku kirin xomxom û bi qazanên nîv tonî berdan ser mal û avahiyên neviyên Medan, Mîtana, Horiyan, Eyûbiyan û Bedirxanan, ew Çiya tev kirin deng û rengên komkujiya Maraşê, Helabce, Şengal û Sinaya dilbirîn, wîjdana mirovan tevilîhevkirin, derûna mirovan tevreşkirin.
Lê li derveyê Welatê Rojê jî, dîsan di ber û derdora malbat û kulîkên Medan, Mîtanan, Horiyan Eyûbiyan û Bedirxana, xomxom û peqpeqa pêlên ava deryaya Îcayê bûye mina babilûskan, kina neyarann û nehezan li me barand û ew kulîlk û nêrgizên me tev binavkirin û dilê Hesekê û Amûda leheng çelmisandin.
Ey Hawar Ey Hawar û her Hawar ey felek ey dîrok we çima dîsan we li me kir..? Ma gelo we dengên azadiya neviyên Mîtanan nebîst..? Ma we dengên zîkzîka keştiya Hezretî Nûh jî nebîst…?
Ax Felek te li me çikr
Ax Dîrok te li me çikir
Çiyayê Seydo li ber çavên meye, lê an em naxwazin lê binêrin û an jî me nedîtiye, em di xwepêşandanên xwe de, bang û hawar dikin û em dibêjin, Himis banga me dike.
Emû baş dizanin ku ew Gul û Kulîkên li nav pêlên dijwar yên deryayê Îcayê de, çavên xwe li me bûn, lê me ew nedîtin, em di xwepêşandanan de, bang û hawar dikin û dibêjin: Himis banga me dike, em Himsa dorpêçkirî rizagr bikin.
Çiyayê Seydo Hawara xwe bir Efrînê, Nêrgizên di qeyêqên deryayê Îceyê de, hawara xwe birin ba efsaneya Amûdê yê bîranîna lehengtiya şehîd û mêrxas Mihemedê Deqorî, gotin eger tu me bikî mêvanê xwe û yê 283 firîşteyên sînemaya Şehrezadê, em ê tevjîn bin. Lê mixabin me ew jî nedît û me navçegerîtî û partîçîtî bi ser hemû tiştî re danî.
Ez ten dikarim wiha bang bikim û hêrsa xwe vala bikim:
Ey Felek te li me çikir
Ey dîrok te li me çikir
Zarok û jin û kal û pîr yên Çiyayê Seydo, tev kirin hawar ey hawar, me ji vê qiyametê rizgarkin, me ji vê guhiştê rizgarkin. Lê mixabin, lêhezar mixabin Hevrêzên me Kurdan di hole de, neman, wundabûn, lehengên me yên Facebookcî, tev çav û hest û mêjkên xwe dan ser Himis û Taxa Selehedînê, lê Çiyayê Seydo ji bîr kirin, qazanên nîv tonî yên bi ser zarok û kal û pîrên Efrîna birîndar de, berdan û 24 nirgiz qiruçîn û 50 nêrgiz jî çelmisîn. Lê mixabin lafîte, pankêt û dirûşmên hevrêzên ciwanên me yên şoreşger, ew hawara Çiyayê Seydo ya 24 şehîd û 50 birîndarî qet nebîstin..!!! Gelo ew çi qiyamet bû bi ser hevrêzên ciwanên me yên Kurdî de hati bû.
Dema ku Komîteyên Parastina Gel, yek sîle an darekî li ciwanekî bide, çiqas şaş be jî, ezs bi xwe jî ne li gel lêdan û êriş û kotekan me, lê hawara hevrêzên ciwanan dunya serbinî hevdu dikin, banga herdu encumana û desteya bilind dikin, banga serokatiya Herêma Kurdistanê dikin, banga artêşa azad û komên cuda cuda dikin, lê mixabin me nebîst û nedît mina caran ku hawara nivîskar û rojnamenivîsên ku gelek lezgînin, me tiştek ji wan nebîst. Lê mixabin me boslaya xwe hundakirî.
Ji bo nimûne: Girtina 5 ciwanan li Amûdê ji aliyê YPG,ê ve hinek partî û hevrêzên me yên ciwanan dunya roxandin, lê mixabin piþtî wê bûyerê bi çend rojan, komkujiyek ji aliyê firokeyên rêjîma Sûriyê li dijî gelê me yê sivîl li taxa Þêx Meqsûdê(Çiyayê Seydo) pêkhat û di encamê de, 24 þehîd ku 8 kes ji malbatekê bûn û 5 birîndar bûn. lê hezar mixabin me nivîsek ji wan aliyan li dijî rêjîmê nedît, lê berûvaja ji bilî bêjin Þêx Meqsûd em bi te rane, gotin Himis em bi te re ne.
Gelo bêdengiya we çi wateyê dide...?!
Gelo çira pênûsên we neketin livê...?!
Gelo hûn ji Beþar newêr in an jî ji desthilatdarên þoreþa Sûrî ên li ser xwîna gelê Sûrî bazirganiyê dikin û di qesir û qonaxan de bi xweþî dijîn û ti zarokên xwe jî di nava þoreþê de nînin, lê xwe bi xwediyê þoreþê.
Lê ji ber ku piraniya xelkê Çiyayê Seydo, ji Efrînê ne, Efrîn jî tev alîgirên PYD`ê ne, eger mebesta bê helwestî û bêdengî ev be, wê demê ez dikarim tenê gotinekê bibêjim:”Ev xwe xwepandin e.” ji ber ku gel gele, gel dimîne lê partî an jî ecnîdeyên siyasî namînin, bi awayekî diyalîktîkî jinavdiçe.
Îro ez li Rojavayê Kurdistanê ji bilî Desteya Bilind a Kurdî tu aliyekî din bi xwedî rewabûna hikûmraniya navçeyên Kurdî nabînim. Þareserî li ba Desteya Bilin de, ne li gel komik û ecnîdeyan e. Hevrêzên ciwanan gelek xebat kirin, kar kirin û bi taybetî yên Amûdê û ez rêz ji wan re nîþandidim, lê ez tikayê li wan jî dikim ku bi hiþyarî tevbigerin û haja yekrêziya gel hebin.
Ez nabêjim þehîdên þoreþa Sûrî ji bîr bikin, ew þehîd yê me hemûyan e, rêz û hûrmeta me ji malbatên wan re heye, em tu cudabûnê naxin navbera ti baqjar û bajarokan, lê dema ku di serî de, ez xwedî li mala xwe dernekev im, ez nikarim xwedî li gundê xwe drkevim û ne jî li bjarê xwe û ne jî li gelê xwe. Eger ez ji zarokên xwe hezneke im, ez nikarim ji zarokên cîranê xwe hez bikim. Ew kesê ku bibêji ez beriya zarokê xwe ji yê cîranê xwe hezdikim, ez ê biaþkire ji wî re biubêj im tu ne rastî û tu ….(…).
Bila ev zihniyeta Besîctiyê ji holê rabe, bandora wê gelek heye, heya niha em dibînin ûdibîsin û dijinin ku çawa opozisyona Erebî di fermiyeta xwe de, mafên gelê Kurd mîna destûrî napejirîne, gelo em ê li benda çi bin.? Emê çi hêviyê ji kesên ku bi hevîrê Besiyan hatiye þêlandin bikin.?
Ez baþ dizanim gelê me li Rojavayê Kurdistanê xwedî rûmetekebê wêneye. Xwedî helwesteke neteweyî ye. Xwedî giyaneke fedayî ye, lê ecnîdeyên siyasî û herêmî partîcîtî dibin kosp û asteng li pêþiya pêþketin û hevgirtina gelê me. Ez bi hêvî me ku êdî em ji partîcîtî û ecnîdeyên siyasî bêtir, bi ecnîdeyên nîþtimanperwerî bikevin nava kar û xebatê.
Weku em çawa bang li bajarên din yên Sûrî dikin, dibe ku bi heman dem, em bang li bajar û bajarokên xwe jî bikin, eger na, wê demê ne zelalî çêdibe û her û ji bilî rêjîma Bas û aliyên din yên diber tu kes sûd ji wê nabîne.
Hozan Xelîl Efrînî
10-9-2012
Silêmaniyê