عائدون بحلة جديدة

موقع قيد الانشاء
مصنف ضمن:

Bengî Haco: Em piştîvaniya Desteya Bilind A Kurdî dikin



Kl:09,41 02|09|2012 Sawtalkurd
Duh demjimêr 5ê hêvarî, li bajarê Silêmaniyê di hola Xandanê de, semînarek derbarê pirsgirêka Kurdê Rojavayê Kurdistanê û şoreşa gelên Sûrî û helwesta opozisyona Erebî li hemberî Kurdan, ji aliyê şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ve birêveçû.
Her weha şandeya ku ew semînar birêvebirye, pêkhatiye ji cîgirê serokê KNK`ê Dr. Bengî Haco,
 endamên KNK’ê Îbrahîm Alîpûr ji Rojilatê Kurdistanê, Silêman Gunyelî ji Bakurê Kurdistanê,  Perwîn Ezîz ji Başûrê Kurdistanê û Xebat Mihemed ji Rojavayê Kurdistanê pêk hatibû. 
Di wê derbarê de, cîgirê serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)’ê Bengî Haco,di daxuyaniyeke taybet de ku ji PUKmedia`yê re dabû xuyanikirin ku şandeya KNK`ê ji bo parastin û bihêzkirina peymannameya Hewlêrê ya di navbera herdu Encûmenên Kurdî de, Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê û Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê pêkhatiye û bi serpereştiya serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye morkirin, KNK`ê şandeyek şandiye Herêma Kurdistanê û bi mebesta serdana Rojavayê Kurdistanê jî taku bibin alîkarê bicîkirina xalên girîng yên ku di peymannameya Hewlêrê de biryar li ser hatiye dayîn.
Haco dazanîn ku armanca wan ji vê serdanê ew e ku Desteya Bilind A Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bête destekkirin û di karên xwe de, bihêztir bibe û ew ê weke KNK`ê destek bidin Desteyê û piştîvaniya wê jî dikin taku di kar û xebata xwe de, serkeftîbe ji ber ku nûnerê rasteqîne ya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ye.
Dr. Bengî Haco amaje bi wê yekê kir û pêwîst e hemû aliyên Kurdî û Kurdistanî destk bidin Desteya Bilind A Kurdî û alîkarîkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê, ji ber ku ew erkeke neteweyî ye.
 Alîkarê serokê KNK`ê di dirêjahiya axiftina xwe de ji PUKmedia`yê re wiha got:" Em weku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di hewil û karên cedî de ne taku piştîvaniya şoreş û gelê me yê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji stem û zordariya rêjîma Sûriye rizgar bibe, ji ber ku gfelê Kurd di wî perçeyê welat de, gelek stem lê hatiye kirin û ji hemû aliyên jiyanê hatine bê beşkirin."
Hêjayî gotinê ye ku şandeya KNK’ê ji 9’ê Tebaxê ve li Herêma Kurdistanê ye, hevdîtinên xwe bi aliyên siyasî û sivîlî re berdewam dike. 





جميع الحقوق محفوظة @ 2015 صـــوت الكـــــورد sawtalkurd .

التصميم من قبل Sawtalkurd | ألوان