Hozan Xelîl Efrînî :
B.-1-2-3
B. -1-
Ev demeke ku bêtir ji salek û nîv e, şoreşa glên Sûriyê dest pê kiriye û di encama şer û pevçûnan û êrişên rêjîma dîktetor li dijî
xlkên sivîl û bê tawan de, bêtir ji 24500 kesan jiyana xwe ji dest daye û bêtir ji 70,000 kes jî birîndar bûne, 35,000 kes jî bêserûşûn in, her weha bêtir ji 600 hezar kes jî di hundirê Sûriyê de awere û koçberbûne û bêtir ji 250 hezar welatiyên sivîl jî li welatên Tirkiye, Urdin, Libnan, Êraq û Herêma Kurdistanê, penaber bûnê.
Di destpêka şoreşa gelên Sûriyê de, xwepêşandanên bi aştiyane û armî bi rê ve diçûn, lê piştî ku rêjîma Sûriyê bersiva wan bi agir û tang û topan da, êdî rewşa rûyê aştiyane ya şoreş hate guhertin û niha jî bi awayekî yek bi yekê ye, ango tundûtîjî li hemberî tundûtîjî yê dest pê kiriye, rêjîm dost û alîgirên şoreşê bi awayekî nerewa ji nav dibe, lê di demên dawiyê de jî, heman kar ji aliyê hinek komên çekdar ên ser bi artêa azad ve, dest bi girtina serok û rêberên êla Berî kirin û piştî gelek eşkencedan û sukeyetî pêkirinê, anîn li ber çavên gel bi awayek komî kuştin.
Lê vê nêzîkeyetiya ku artêşa azad ji mala Berî re kirine, ji rêjîmê re, bû bi xaleke girîng taku nîşanî rayê gitî ya cîhanî bike û tundûtîjiya opozisyonê jî ji aliyênn navneteweyî re nîşan bide ku rêjîm êdî berevaniya xelkê dike û komên çekdar gefan li gelê Sûrîdikin û ew hemû nerewabûna desthilata xwe bi awayekî rewa nîşan dide.
Li gorî çavdêrên siyasî û serbazî derbarê wê mijarê de, nêrîn û boçûnên xwe tînin serziman ku êdî gelê Sûrî, wê di navbera du cemserên serbzî dijwar de be, eger welatiyên sivîl alîgirê artêşa azad û opozisyonê bin, wê bibin armanca êrişên artêşa rêjîma Be`esê, an jî eger alîgirên rêjîmê bin, wê ji aliyê artêşa azad ve bêne êrişkirin û kuştin.
Bi nêrîna xelkên ku nêzî artêşa azad in, dibêjin ku em her ji aliyê rêjîmê ve têne kuştin, lê bila em bi azadî û serfirazî bêne kuştin, ji ber ku em ê bibin şehîdê dozê.
Lê ji aliyê xwe ve jî, hinek ji pêkhatiyên gelên Sûrî, ne bi rêjîma Esed rene û ne jî bi artêşa azad re ne, mîna Ermenî, Sûryanî û Aşûrî û Keldanan, Durzî û Çerkezan, li gorî nêrîna wan, dibêjin ku eger şoreş biserkeve û hikûmet bikeve destê Birayên Misliman an jî aliyên Îslamî yên tundrew, wê demê destûra Sûriyê bi mora îslamiyan tê morkirin û jiyana wan dikeve metirsiyê. Lê li gorî dîd û nêrînên wan ku dibe ku şoreşa gelên Sûryê, banga îlmaniyetê bike û artêşa azad jî xwe bighurîne, ji ber ku ew şêwazê ku niha xwe pê nîşandidin, ne şarestaniye, her mîna ya El-Qaîdeyê ne, û ew reftrên artêşa azad, wê piştgiriya aliyên welatên rojavayê ji rêjîmê re zêde bike, wê demê rewşa şoreşê, wê bikeve metirsiyê û wê bisernekeve û wê dirêjtir bibe.
Lê piştî ku operasyonên rêjîma Besê li dijî artêşa azad berferehbû, ku piştî dagîrkirina artêşa rêjîma Sûrî navçeyên jêr destî artêa azad li Dera, Humsê, Hemayê, Şamê. Êdî komên çekdar yên artêşa azad hêdî hêdî ber bi navçeyên Rojavayê Kurdistanê û Heleb û Hesekê ve hatine û xwe ji sînorên Bakurê Kurdistan ve nêzîk dikin.
Artêşa Azad a Sûrî ku bi opozisyona Sûrî tê naskirin, ev demeke dirêje hewlên wê heye taku Rojavayê Kurdistanê bike navenda meşq û çalakiyên xwe li dijî rêjîma Sûriyê. Lê weku tê zanîn ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê de, ti carî bi wê pîlanê razî nabe û naxwaze ku herdem şerê berazan di nava dexil û genimê wan de be, li gorî gelek nêrîn û rpirsan derketî meydanê ku piraniya gelê Kurd, ji hatina Artêşa Azad bo navçeyên Kurdî nerazîn e.
Di wê derabarê de, serokê Encûmena Nîştimanî ya Sûrî Ebdul Basit Seyda, ji welatên cîhanê daxwaza avakirina navçeyeke taybet jib o artêşa azad di bin berdeya ku wê bikin cihê penaberan, wê navenda wê ya serkeke, Cisir Şixur, Efrîn, Ezaz, Bab, Munbêj, Kobanî û navçeyên Cezîreyê be. Ji ber ku ew navçeyên amaje pêhatyiy kirin, hevsînorê hkûmraniya Tirkiyê ne.
Li gorî xelkên navçeyên li ber sînorên ku di pîlana Ebdul-Basit Seyda û Tirkiyê de ne, eger artêşa azad vegere nava wan navçeyan, wê artêşa Sûriyê komkujiyên bê wêne encam bide û dûr jî nîne ku heya çekên kîmyawî jî wê bikarbîne, bi bihaneya ku ew navçe navçeyên çekdar û terorîstan e.
Her weha di civîna xwe ya dawiyê ya Encûmena Nîştimanî ya Sûrî de, pilanameya avakirina komên çekdar ji ciwanên Kurd û şandina bo nav navçeyên Kurdî û sînorên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Erebî, di armanca ENS`ê de, avakirina taburên bi navên azadiyên Efrînê û tabura Şêx Maşox û yên li Qamîşlo û Hesekê û Tabura Azadî û nizanim çî û çî, wê heya dawiyê bi rêyaartêşa azad, piştgiriyê lê bikin û wê navçeya Efrînê û Cisir Şixurê bikin û Kobanî û Qamîşloyê jî bikin navenda çalakiyên wan taboran û ji bo wê yekê wê bi navê parastina penaberan, navçeyeke azad ji artêşa azad re çêbikin.
Lê dîd û nêrînên xelkên Efrînê û Kobanî û Cezîrê, bi awayekî din didin nîşandan ku armanca hatina artêşa azad bo navçeyên sersînor û bi taybetî herêma Kurdaxê ku navenda wê Efrîn e, armancên siyasî yên Tirkiyê di pişt de hene û hinek ji ecnîdeyên şerxwaz di nav hikûmeta Tirkiyê, xwezyarê wê yekê ne ku di navbera artêşa azad û Kurdan de pevçûnan bikin taku ew amadekariyên ku ji aliyê Kurdan ve, di derbarê pêşxistina dezgeh û saziyên hikûmeteke Kurdî ku piştî ketina rêjîma Be`esê tê kirin, têk bibin.
Derbarê wê mijarê de, hinek denguyên cuda hene ku egerê wê yekê heye ku bi hatina artêşa azad bo navçeyên Rojavayê Kurdistanê, wê pevçûnên dijwar di navber hêzên parastina gel yên ser bi Civata Gelê Rojavayê Kurdistanê û artêşa opozisyona Sûrî ya azad de derkeve.
Her weha alozî wê bêtir bibin û ji bilî rêjîma Esed ti alî sûd ji wê yekê nabînin. Her weha ji Tirkiyê re jî xiraptir e, ji ber ku her ne aramiyek li ber sînorên wê, dê kêşeyên mezin payda bike û bi taybet ew mala xwe ya bi qizêzan avakiriye baş nasdike.
Têbînî: Xwendevanên zimanê Kurdî yên hêja, ev nivî ji 3 beşan pêkhatiye, ev ya yekemîne û ya duyemîn û piştre ya sêyemîn jî, wê bê weşandin.
Hozan Xelîl Efrînî
28-8-2012
Silêmanî
