عائدون بحلة جديدة

موقع قيد الانشاء
مصنف ضمن:

Ehmed Mustefa : Sirûde Şoreşê




Ehmed Mustefa : 


Şoreş û berxwedan e
li rojava serhidan e
şer û xebat pir giran e
j‘ bo kurdistan can fîdan e

li Efrînê serhlidan e
li Qamşlo berxwedan e
li Kobanî şer giran e
ev şoreşa niştiman e

kurdistan welatê me ye
azad bû perçekî welat
kurdistan welatê me ye
êdî rabin bikin xebat

xweş şoreş û serhidan e
li Rojava dengvedan e
dengê ewê berxwedanê
mêzgînê daye cîhan e

li Efrînê serhlidan e
li Kobanî berxwedan e
li Qamişlo şer giran e
Şoreş ji bo niştiman e

Êdî tirs nema li welat
Pêşmerge rabû l‘ kurdistan
Hildan Ala kesk, sor û zer
Hemî bandikin (niştiman)

li Efrînê serhlidan e
li Kobanî berxwedan e
li Qamşlo şer giran e
li cîhanê kurdistan e.

Ehmed Mustefa
şeva 23.07.2012







جميع الحقوق محفوظة @ 2015 صـــوت الكـــــورد sawtalkurd .

التصميم من قبل Sawtalkurd | ألوان