
azad mûsa – helbest – 12 avdarê 2011
12 avdara 2004 pêşgera tirsê hate xwar
Mîna zîpikên payizan bi ser meymûn de bûn zinar
Zarok û jin xort û kal bi hevre rabûn bûn heval
Di wê serhildana pîroz kurd bûne yek bûne rajal
Darbestên xwe wek mêran bi ala rengînî ... pêçan
Û bi ser bilindî bankirin yan serbestî û yan neman
Kuştî û girtî û birîndar wan xwîniya li me kir zirar
Lê tevlî wêqas ziyanê kurdên çeleng bûne sûdar
Bi wê çirûska şoreşê bê civan û bê qerar
Bi wê yekîtiya gelî me tirs xiste nav neyar
Ew êzingên goraniyê ji zamîn re bûne .... ar
Ew bûn rextê cegerê jibo karker û jibo çotkar
Milet bû serdarê xwe û xiniz kir ardwê xwe
Lê mixabin wan bê bextan bi xapan ew dane pey xwe
Îro dîsa newroz hat û pêla şoreşan pêre hat
Rabin wekî mêrxasan bilind kin ala........ azad